Heval Ebubekir: Me hemî amadekarî ji bo biserxistina piroseya Serhijmêriya Ezmûnî kirine

Navenda Nûçeyan (K24) - Piroseya Serhijmêriya Ezmûnî ji bo dema du heftiyan li Îraq û Herêma Kurdistanê berdewam dibe. Parêzgerê Silêmaniyê amjeyê dide, “Me hemî amadekarî ji bo biserxistina piroseyê kirine.”
Parêzgerê Silêmaniyê Heval Ebubekir îro (În, 31.05.2024) di konferanseke rojnamevanî de ragehand, “Ev serhijmêrî girêdayî zêdebûna şêniyên Îraqê ye û ji sala 1987ê were nehatiye kirin”.
Heval Ebubekir amaje jî da, “Ev pirose giring e û îro hejmareke karên teknîkî tên bicihanîn û ji bo wan kesan ezmûnek e yên ku li ser vê piroseyê hatine berhevkirin û tevlî wê dibin.”
Navbirî herwesa got, “Min wekî Parêzgerê Silêmaniyê hemî berhevî ji bo vê piroseya ezmûnî kirine û em kar dikin ji bo ku em bikarin vê piroseyê bê daxwazî û şertên vê serdemê bi awayekî biserkeftî derbaz bikin.”
Desteya Amarê ya Herêma Kurdistanê li roja 26.05.2024ê belav kir ku, li ser sê parêzgehên Hewlêr û Dihok û Silêmaniyê koreseke ezmûnî ji bo çawaniya bicihanîna piroseya amarê bi rê ve dibe.