Serhijmêriya Ezmûnî li Kerkûkê li jêr rêkarên ewlehiyê bi rê ve diçe

Navenda Nûçeyan (K24) - Piroseya Serhijmêriya Ezmûnî ji bo dema du heftiyan li Îraq û Herêma Kurdistanê berdewam dibe, li Kerkûkê jî ev pirose ji aliyê sê tîman ve hatiye destpêkirin.
Piroseya Serhijmêriya Ezmûnî li Kerkûkê îro (În, 31.05.2024) ji aliyê sê tîman ve û li sê deverên cuda yên bajarî (Gurgeçal, Begler û Eden) hatiye destpêkirin.
Peyamnêrê K24ê yê Kerkûkê Hêmin Delo di vî warî de got, “Erkê van tîman dê Serhijmêriya Ezmûnî be û dê ji bo dema du heftiyan berdewam be”.
Hêmin Delo amaje jî da, “Serhijmêriya Ezmûnî li Kerkûkê li jêr rêkarên dijwar ên ewlehiyê de dimeşe”.
Serhijmêrî li Kerkûkê giring e ji ber ku hejmareke neteweyên cuda lê heye û devereke ku arêşe li ser heye û di qonaxên bicihanîna madeya 140ê ya destûrî de jî behsa serhijmêriya wî bajarî hatiye kirin.
Wezareta Pilandananê ya Îraqê roja 20ê Mijdara îsal ji bo serhijmêriya giştî ya şêniyan û cihên akincîbûnê li seranserî Îraqê tevî Herêma Kurdistanê diyar kiriye. Li dû pilana ku hatiye danan, ew pirose dê du rojan berdewam be û li tevaya dezgehan jî dê bêhnvedana fermî be.