Guhdar Şêxo di nav maratona Zaxoyê de: Em giringiyê didin hemî werzişan

Guhdar Şêxo
Guhdar Şêxo

Navenda Nûçeyan (K24) - Serperiştê Îdareya Serbixwe ya Zaxoyê di nav maratona Pêngava Bêdawî de ku li bajarê Zaxoyê hat kirin û ragehand, “Me bizav kiriye ku Zaxoyê ji bo hemî Îraq û Herêma Kurdistanê bidin nasandin.”

Serperiştê Îdareya Serbixwe ya Zaxoyê Guhdar Şêxo îro (În, 31.05.2024) tevlî maratona Pêngava Bêdawî ya Zaxoyê bû di nav wê maratonê de ji K24ê re ragehand, “Me bizav kiriye ku Zaxoyê ji bo hemî Îraq û Herêma Kurdistanê bidin nasandin.”

Guhdar Şêxo herwesa got, “Bi kar û bizavên me yên berdewam û piştevaniya Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, guhertinên mezin li Zaxoyê peyda bûne. Ew guhertin tenê bi pirojeyan nehatine kirin, herwesa bi çalakiyên cuda cuda jî wekî çalakiyên kultûrî û edebî û rewşenbîrî û yên werzişî jî hatine kirin.”

Navbirî tekez jî kir, “Zaxoyê wekî werziş li seranserî Îraqê navdariyeke baş heye, lewma me xwest maratonekê li ser astê Herêma Kurdistanê û Îraqê bi tevlîbûna hemî xelkê Kurdistanê rêk bêxin.”

Serperiştê Îdareya Serbixwe ya Zaxoyê amaje jî da, “Zêdetirî pênc hezar kesan tevlî vê maratonê bûn, ev bi xwe jî delîveyek e ku Zaxo baştir bê naskirin.”

Li dawiyê jî bixêrhatina wan kesan kir ên ku tevlî wê maratonê bûne û eşkere kir, “Me bernameya xwe ya werzişî ji bo Zaxoyê heye, ne tenê ji bo fotbolê belkî ji bo werzişên din jî ku li Zaxoyê tên kirin. Em dê baştir giringiyê bidin werzişê û em dê bizavê bikin ku Zaxoyê ji bo sala bê tameke din a werzişî hebe.”