Pêşewa Hewramanî: Paşkeftina şandina mûçeyên hêzên ewlehiyê ji aliyê Bexdayê ve zulm e

Navenda Nûçeyan (K24) - Berdevkê Hikûmeta Herêma Kurdistanê radigehîne, “Paşkeftina şandina mûçeyên Pêşmerge û hêzên ewlehiyê ji aliyê Bexdayê ve zulm e û çi rewatiyek tê de nîne. Di derheqa xerciya berhemanîna petrolê de jî, civînek bi tevlîbûna Wezareta Samanên Xwezayî li Bexdayê tê kirin.”
Berdevkê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Pêşewa Hewramanî îro (Yekşem, 02.06.2024) ji K24ê re ragehand, “Em Herêma Kurdistanê piştrast dikin ku ew tiştên destûrî diyar kirine, me bi cih anîne û çi asteng ji aliyê Hikûmeta Herêma Kurdistanê ve di pirsa mûçeyan de nînin.”
Pêşewa Hewramanî di çarçoveya ahenga serkeftinê ya Zanîngeha Kurdistanê de li Dihokê daxuyaniyeke taybet ji K24ê re da û ragehand, “Hejmareke wan serkirdeyên heftiya borî li Bexdayê bi Serokwezîr Mesrûr Barzanî re civiyabûn îro li vê derê berhev in”. Herwesa got, “Tevî ku encamên wan civînan gelek baş bûn û hevfehimandineke baş hebû û Herêma Kurdistanê jî herdem ji bo danûstandinan berhev bûye, lê heta niha em li benda şandina mûçeyên hêzên ewlehiyê û mûçeyên meha Gulanê yên mûçexurên Herêma Kurdistanê ne.”
Navbirî tekez jî kir, “Hemî aliyên Bexdayê di civînên xwe yên li gel Serokwezîr Mesrûr Barzanî yên heftiya borî de hevnerîn bûn ku nabe mafê xelkê Herêma Kurdistanê bê binpêkirin û mûçe têkelî arêşeyên siyasî bên kirin.”
Berdevkê Hikûmeta Herêma Kurdistanê eşkere jî kir, “Biryar e li van nêzîkan civînek bi tevlîbûna Wezareta Samanên Xwezayî bê kirin û careke din danûstandin li ser pirsa xerciya berhemanîna petrolê bên kirin. Tevî ku pêştir lihevkirinek li ser wê yekê hatiye kirin lê pabendî pê nehatiye kirin. Em hêvîdar in vê carê lihevkirineke sêalî di navbera Herêma Kurdistanê û Bexdayê û kompaniyan de di wî warî de bê kirin û hemî alî pabendî wê bibin.”
Pêşewa Hewramanî di pareke din a civîna xwe de ron kir, “Paşkeftina şandina mûçeyên hêzên ewlehiyê ji aliyê Bexdayê ve zulm e û çi rewatiyek tê de nîne. Diviyabû niha zêdebarî parvekirina mûçeyekî, mûçexur berî cejna Qurbanan li benda mûçeyekî din jî ban.”