Serokwezîr Mesrûr Barzanî wêneyê bîranînê bi serkeftiyên Zanîngeha Amerîkayî ya Kurdistanê li Dihokê digire

Navenda Nûçeyan (K24) - Berî destpêkirina ahenga gera şeşê ya serkeftiyên Zanîngeha Amerîkayî ya Kurdistanê li Dihokê, Serokwezîr Mesrûr Barzanî wêneyê bîranînê bi serkeftiyên vê gera wê zanîngehê re digire.

Ahenga gera şeşê ya serkeftiyên Zanîngeha Amerîkayî ya Kurdistanê li Dihokê bi berhevbûna Serokkomarê Îraqê Letîf Reşîd, Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî êvara îro (Yekşem, 02.06.2024) tê kirin.

Pêştir Berpirsê Ragehandina Zanîngeha Amerîkayî ya Kurdistanê li Dihokê Helmet Kêsteyî ji K24ê re ragehandibû, “Di vê gera serkeftinê de, bawername bi 68 xwendekarên kolîjên endazyarî, karsazî, zanist û huner û xwandinên navdewletî tên dan.”

Helmet Kêsteyî amaje jî dabû, “Piraniya wan xwendekarên ku di vê gerê de derbaz bûne kesûkarên şehîdên şerê DAIŞê û zindaniyên siyasî ne ku ev çend sal bûn bê beranber li vê zanîngehê dixwand.”

Zanîngeha Amerîkayî ya Kurdistanê li Dihokê Ii sala 2014ê hatiye damezrandin û heta niha şeş destên xwendekarên wê bawername wergirtine û zêdetirî 700 serkeftiyên wê ji pişkên cuda cuda hene ku niha hejmareke wan li zanîngehên navdar ên cîhanê berdewamiyê didin xwandina bilind.

Zanîngeha Amerîkayî ya Kurdistanê li Dihokê ji çar kolîj û deh pişkên zanistî yên cuda cuda pêk tê ku ev in; Bazirganiya Karî, Zanistê Kompûterê, Dîzayna Navxwe, Siyaseta Giştî, Medya û Peywendî, Peristarî û Endazyarî.

Bawernameyên Zanîngeha Amerîkayî ya Kurdistanê li Dihokê ji aliyê Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Îraqê her duyan ve bawerpêkirî ne û yek ji zanîngehên bilind û naskirî yên Îraq û deverê ye.

Fly Erbil Advertisment