Nêçîrvan Barzanî: Me bi Hikûmeta Federalî û aliyên siyasî yên Îraqê re hevfehimandin heye

Navenda Nûçeyan (K24) - Serokê Herêma Kurdistanê di çarçoveya ahenga gera şeşê ya serkeftiyên Zanîngeha Amerîkayî ya Kurdistanê li Dihokê de radigehîne, “Me bi Hikûmeta Federalî û aliyên siyasî yên Îraqê re hevfehimandin heye”.
Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî îro (Yekşem, 02.06.2024) tevlî ahenga gera şeşê ya serkeftiyên Zanîngeha Amerîkayî ya Kurdistanê li Dihokê bû û gotarek pêşkêş kir.
Nêçîrvan Barzanî li destpêka gotara xwe dilxweşiya xwe diyar kir ku bi hev re tevlî wan merasîman bûne û bi germî pîrozbahiya serkeftiyên gera şeşê kir û daxwaza serkeftin û pêşkeftinên berdewam ji wan re kir, herwesa pîrozbahî û destxweşî li daybab û malbat û mamostayên rêzdar kir û ew wekî pareke giring a serkeftina xwendekaran wesifandin.
Navbirî herwesa pîrozbahî û destxweşî li hemî serkeftiyên îsal ên zanîngeh û peymangehên Kurdistan û Îraqê kir û got, “Ez piştrast im ku ev ciwanên ezîz li wî astî ne ku dikarin cudahiyê çê bikin”.
Serokê Herêma Kurdistanê ragehand, “Kurdistana bihêz nifşekî zîrek û şareza û jêhatî dixwaze ku di hemî waran de bi zanist û zanînê hatibe pirçekkirin, lewma giring û pêdivî ye xwendekar berdewam herî zêde xwe perwerde bikin û baştir xwe ava bikin, herwesa dibistan û zanîngeh herdem xwe bi nûtirîn pêşkeftinên zanistî re nû bikin”.
Nêçîrvan Barzanî di nav gotara xwe de got, “Îro ku ez dibînim ev ciwan zanîngehê temam dikin, paşeroja Kurdistanê geştir tê ber çavên min.”
Navbirî amaje jî da, “Tiştê ku zêdetir me di nav van merasîman de dilxweş dike û wesa li me dike ku em hemî bi hêviyeke zêdetir li paşerojê binêrin nimûneya yek ji serkeftiyan e ku îro bawernameyê ji vê zanîngeha pêşkeftî werdigire, ew jî kiçeke Êzidî ye û rizgarbûyiya destê DAIŞê ye. Di ser hemî nexweşiyan re, ew rijd bûye ku divê her zanîngehê temam bike. Biwêrî û xweragirî û berdewamiya wê heta temamkirina zanîngehê çîroka serkeftinê ye, îlhamder e û ji bo tevaya xwendekarên din ên rizgarbûyiyên destê DAIŞê ji hemî pêkhatan çirayekî hêviyê ye.”
Serokê Herêma Kurdistanê zêdetir jî got, “Ez bi navê xwe û yê we hemiyan pîrozbahî û destxweşiyê li wê dikim.”