Herman Mîrza: Serdana Serokwezîr Mesrûr Barzanî ji bo Lalişê Êzidî dilxweş kirin

Navenda Nûçeyan (K24) - Wekîlê Mîrê Êzidiyan amajeyê dide, “Hikûmeta Herêma Kurdistanê Hikûmeta pêkvejiyanê ye û li beranberî hemiyan edaletê bi cih tîne.” Herwesa dibêje, “Serdana Serokwezîr Mesrûr Barzanî ji bo Lalişê Êzidî dilxweş kirin.”
Wekîlê Mîrê Êzidiyan Herman Mîrza Beg îro (Duşem, 03.06.2024) taybet ji K24ê re got, “Hikûmeta Herêma Kurdistanê taybet di Kabîneya Nehê de hemî piştevaniyên madî û manevî ji bo Êzidiyan û Lalişê kirine û serdana vê carê ya Serokwezîr Mesrûr Barzanî ji bo tekezkirina wê rastiyê ye.”
Herman Mîrza amaje jî da, “Vê serdanê Êzidî dilxweş kirin, xasma ku ew nêzî salvegera dehê ya komkujiya xwe ji aliyê çekdarên DAIŞê ve dibin.”
Navbirî tekez jî kir, “Ev serdana Serokwezîr Mesrûr Barzanî ji bo diyarkirina piştevaniyê ji bo Êzidiyan bû, ku ev piştevanî jî berê edaleta Barzanê ye.”
Wekîlê Mîrê Êzidiyan herwesa got, “Hikûmeta Herêma Kurdistanê Êzidiyan wekî xelk û pareke xwe dibîne, lewma berdewam piştevaniya wan kiriye û bergirî jê kiriye û xizmetên cuda cuda pêşkêşî wan dike.”
Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro (Duşem, 03.06.2024) di berdewamiya serdan û çalakiyên xwe yên li sinorê parêzgeha Dihokê de serdana Lalişê kir.
Serokwezîr Mesrûr Barzanî daxuyaniyeke taybet ji K24ê re da, tê de dilxweşiya xwe ji bo serdana Lalişê diyar kir û ragehand, “Êzidî xûşk û birayên me ne û Kurdên resen in. Ez hêvîdar im em bikarin zêdetir xizmeta xûşk û birayên Êzidî bikin.”
Mesrûr Barzanî tekez kir ku Êzidiyatî yek ji dînên resen ên Kurdistanê ye û got, “Cihê şanaziyê ye û em dilxweş in ku derfet hebû em ji nêz ve serdana Lalişê bikin û Mîrê Êzidiyan û Civata Rohanî bibînin.”
Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê di pareke din a gotara xwe de ragehand, “Divê em karekî wesa bikin ku ew Êzidiyên ji Şingalê aware bûne bi serbilidî û keramet vebigerin ser warê xwe û desthilat û ewlehiya deverên wan di destên wan bi xwe de be, tevî ku niha jî li welatê xwe û di nav xûşk û birayên xwe de ne.”
Serokwezîr Mesrûr Barzanî tekez li ser qerebûkirina Êzidiyan û pêşkêşkirina xizmetkariyan ji wan re kir ji ber wê xedra li wan hatiye kirin, herwesa tekez kir ku divê karekî wesa bê kirin ku careke din çi kesek hizir di wê yekê de neke ku destdirêjiyê an jî zordariyê li dijî Êzidiyan bike.