Şaxewan Ebdula: Serdana Mesrûr Barzanî bo Bexdayê bandor li ser pejirandina budceyê hebû

Navenda Nûçeyan (K24) - Cîgirê Serokê Civata Nûnerên Îraqê radigehîne, “Serdana Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji bo Bexdayê di dema xwe de bû, her ew bû sedema wê yekê ku bandor li ser pejirandina budceyê hebû.”
Cîgirê Serokê Civata Nûnerên Îraqê Şaxewan Ebdula îro (Sêşem, 04.06.2024) ji K24ê re ragehand, “Mijara budceya îsal her ji destpêkê ve hat Civata Nûnerên Îraqê, dengekî nerazîbûnê yê zêde li ser wê pişka budceyê ya Herêma Kurdistanê ku hatiye zêdekirin peyda bû, tevî ku ew mijar bi wî awayî nebû, tevaya budceya Îraqê hatbû zêdekirin.”
Şaxewan Ebdula herwesa got, “Ji ber ku tevaya budceya Îraqê hatibû zêdekirin, diviyabû bi awayekî otomatîkî pişka budceya Herêma Kurdistanê jî di wê pişka Îraqê de hatiba zêdekirin, lê bizav dihatin kirin ku awayekî wesa bê çêkirin ku destdirêjî li ser mafên darayî yên xelkê Herêma Kurdistanê bê kirin.”
Navbirî amaje jî da, “Armanca wan ew bû ku wî pereyî ji bo parêzgehan vebigêhêzin lê çawa vebiguhêzin? Wan dixwast ji pişka Herêma Kurdistanê vebiguhêzin, ji Sindoqa Pêşxistinê û Wezareta Bazirganî vebiguhêzin, lê bizavên wan ser negirt. Ew jî ji ber hejmareke sedeman bû, ya yekê li ser mijara budceya Herêma Kurdistanê her ji destpêkê me ji wan re got ku em rêyê nadin destdirêjî li ser pişka budceya Herêma Kurdistanê bê kirin.”
Cîgirê Serokê Civata Nûnerên Îraqê tekez jî kir, “Serdana Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî ji bo Bexdayê gelek giring bû. Serdana wî di dema danûstandinên Lijneya Darayî yên li ser xizşteyên budceyê bû.”
Şaxewan Ebdula amaje jî da, “Her kesekê Serokwezîr Mesrûr Barzanî ji nêz ve nas bike, dizane ku di warê darayî û petrolê de kesekî çend hûrbîn e û şarezahiyeke baş jî heye. Her dema ew bi aliyan re danûstandinan dike, bi data û hejmar behsa çewsandin û mafên Kurdan dike. Wî wesa kir ku tevaya aliyan tê bigehin ku xedreyekê li Herêma Kurdistanê dikin.”