Mesrûr Barzanî: Em dixwazin peywendiyên xwe bi Hindistanê re pêş bixin

Mesrûr Barzanî û Prashant Pise
Mesrûr Barzanî û Prashant Pise

Navenda Nûçeyan (K24) - Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Balyozê Hindistanê li Îraqê daxwazên xwe ji bo pêşxistina peywendiyan tekez dikin.

Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro (Sêşem, 04.06.2024) pêşwaziya Balyozê Hindistanê li Îraqê Prashant Pise kir.

Li dû ragehandineke Hikûmeta Herêma Kurdistanê, di wê civînê de danûstandin li ser pêşxistina peywendiyên navbera Herêma Kurdistanê û Hindistanê hatin kirin.

Wekî ku di wê ragehandinê de hatiye, “Balyozê Hindistanê li Îraqê berheviya welatê xwe ji bo pêşxistina peywendiyên dualî xasma di warên lihevguhertina bazirganî, tendirustî, xwandin, enerjî û teknolojiyê de diyar kir û amaje da ku niha şandeke bazirganî ji bo vê meremê li Herêma Kurdistanê ye.”

Wekî ku amaje pê hatiye dan, “Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê daxwaza Herêma Kurdistanê ji bo bihêztirkirina peywendiyan bi Hindistanê re tekez kir.”

Fly Erbil Advertisment