Civata Wezîrên Herêma Kurdistanê dicive û danûstandinan li ser çar pirsan dike

Erşîf
Erşîf

Navenda Nûçeyan (K24) - Civata Wezîrên Herêma Kurdistanê îro (Çarşem, 05.06.2024) bi serperiştiya Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî û amadebûna Cîgirê Serokê Civata Wezîran Qubad Talebanî dicive û danûstandinan li ser çend mijaran dike.

Ew civîn ji van her çar paran pêk tê:

Para yekê: Berçavkirina raporta sala duyê ya bicihanîna pilana Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji bo mafên mirovan 2021-2025 ji aliyê Nivîsîngeha Rêkxistinkerê Raspardeyên Navdewletî ve.

Para duyê: Berçavkirina raporta Wezîra Çandinê û Çavkaniyên Avê ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê Bêgerd Talebanî li ser dawî helwesta Hikûmeta Îraqê ya girêdayî mijara wergirrtina genimê cotyarên Herêma Kurdistanê û rasparde û pêşniyarên wezaretê di vî warî de.

Para sêyê: Berçavkirina dawî pêşhatên doza destpêkirina hinardekirina petrola Herêma Kurdistanê.

Para çarê: Danûstandin li ser pêşniyareke Wezareta Karebê ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê di derheqa kêmkirina rêjeyekê ji pereyê li-ser-hev-kombûyî yê qerzê karebê de.

Fly Erbil Advertisment