Serokwezîr Mesrûr Barzanî pêşwaziya Balyozê Brîtanyayê li Îraqê dike

Navenda Nûçeyan (K24) - Serokwezîrê Herêma Kurdistanê pêşwaziya Balyozê Brîtanyayê li Îraqê dike û bi hev re danûstandinan li ser hin pirsan dikin.
Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro (Çarşem, 05.06.2024) pêşwaziya Balyozê Brîtanyayê li Îraqê Stephen Hitchen kir.
Di ragehandineke Hikûmeta Herêma Kurdistanê de hatiye, “Di wê civînê de ku Konsulê Giştî yê Brîtanyayê li Herêma Kurdistanê James Goldman jî berhev bûbû, her du aliyan dîtin û nerînên xwe li ser bizavên çarekirina arêşeyên navbera Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Îraqê li hev guhertin, herwesa serdana heftiya borî ya Serokwezîr Mesrûr Barzanî ji bo Bexdayê û civînên wî yên bi berpirsên bilind ên Hikûmeta Îraqê û aliyên siyasî re wekî pêngaveke giring hatin danan, ji bo çarekirina arêşeyan, xasma arêşeyên girêdayî mafên darayî yên Herêma Kurdistanê bi awayekî bingehîn û li ser bingeha destûrî û lihevkirinan û karnameya Hikûmeta Îraqê.
Herwesa amaje hatiye dan, “Di pareke din a wê civînê de, danûstandin li ser pirojeya Rêya Pêşxistinê û girêdana welatên kendavî bi rêya hêla asinî ya Îraqê bi Tirkiye û welatên Ewropayê ve hat kirin û tekez li ser pêdivîtiya derbazbûna wê di Herêma Kurdistanê re û mifadariya hemî pêkhat û deverên Îraqê ji vê pirojeya stratejîk hat kirin.
Tewerekî din ê wê civînê li ser pêdivîtiya kirina hilbijartinên Perlemana Kurdistanê di demeke guncayî ya îsal de bû.
Her du alî li ser giringiya çarekirin û nehêlana hemî arêşe û berbest û astengên di rêya hilbijartinan û tevlîbûna hemî aliyan û parastina mafên pêkhatan de hevnerîn bûn.
