Parêzgerê Urmiyê ji bo hêsankariyên serdankerên Îranî serdana Hewlêrê dike

Navenda Nûçeyan (K24) - Şandeke Komara Îslamî ya Îranê bi serokatiya Parêzgerê Urmiyê Mihemed Sadiq Mitemîdyanî û endametiya hejmareke berpirsên Komara Îslamî ya Îranê gehişt Deriyê Hacî Omeranê.

Li dû zanyarên peyamnêrê K24ê, ji aliyê Serperiştê Îdareya Serbixwe ya Soranê Helgurd Şêx Necîb ve pêşwaziya wê şanda Îranê hat kirin û paştir diçin Deriyê Navdewletî yê Hacî Omeranê û Pişka Pêşwaziya Geştyarên Îranî û serdana Pişka Tranzêta Bazirganî ya navbera Herêma Kurdistanê û Îranê jî dikin.

Herwesa amaje hat dan ku piştî serdana Deriyê Navdewletî yê Hacî Omeranê, Parêzgerê Urmiyê û şanda pê re dicivin û paştir jî ber bi Hewlêra paytext bi rê dikevin û biryar e bi Parêzgerê Hewlêrê re bicivin.

Armanca hatina Parêzgerê Urmiyê ew e ku li ser berheviyên Herêma Kurdistanê ji bo hatina serdankerên Şîe biaxive, wekî ku li her du salên borî jî hatiye kirin.

Parêzgeha Hewlêrê li roja 02.06.2024ê civîneke berfireh ji bo berheviyên pêşwazîkirina serdankerên Îranî kir, ku her sal ji bo tevlîbûna di çilrojka Îmamê Hisên de di nav Herêma Kurdistanê re ber bi başûrê Îraqê ve diçin.

Fly Erbil Advertisment