Parêzgerê Urmiyê: Me ji sedê 40 ahinardekirin ji bo Herêma Kurdistanê zêde kiriye

Navenda Nûçeyan (K24) - Şandeke Komara Îslamî ya Îranê bi serokatiya Parêzgerê Urmiyê û endametiya hejmareke berpirsên Komara Îslamî ya Îranê îro (Çarşem, 05.06.2024) gehişt Deriyê Hacî Omeranê.

Serperiştê Îdareya Serbixwe ya Soranê Helgurd Şêx Necîb piştî pêşwazîkirina wê şandê û civîna xwe ya bi Parêzgerê Urmiyê Mihemed Sadiq Mitemîdyan û şanda wî re di konferanseke rojnamevanî de ragehand, “Gelek evrazî û nişîvî keftine peywendiyên navbera Komara Îslamî ya Îranê û Hikûmeta Herêma Kurdistanê lê me bi Parêzgerê Urmiyê re behsa wê yekê kir ku pêdivîtiya me her du aliyan bi hev heye.”

Helgurd Şêx Necîb herwesa got, “Di dema salekê de rûniştin û danûstandinên navbera parêzgehan destkeftiyên baş hebûn, herwesa di hemî warên bazirganî, keltûrî, rewşenbîrî û warên din de pêşveçûneke baş peyda bûye.”

Navbirî amaje jî da, “Mimkin e ku peywendiyên me baş nebûbin lê piştî serdana Serokê Herêma Kurdistanê ji bo Komara Îslamî ya Îranê, careke din peywendiyên me asayî bûn. Her îro parêzgerên Sine û Kirmanşanê jî li sinorê Silêmaniyê tên Herêma Kurdistanê. Biryar jî ew e ku sibe civîneke berfireh li Hewlêra paytext bê kirin û em zêdetir giringiyê bidin peywendiyên bazirganî yên navbera Herêma Kurdistanê û Îranê.”

Serperiştê Îdareya Serbixwe ya Soranê herwesa got, “Serdana vê şandê ji bo Herêma Kurdistanê zêdetir ji bo peywendiyên bazirganî yên navbera her du aliyan e, yek ji tewerên danûstandinan mijara Deriyê Kêleşînê li sinorê qezaya Sîdekanê ye.”

Her di wê konferansa rojnamevanî de, Parêzgerê Urmiyê Mihemed Sadiq Mitemîdyan got, “Em dilxweş in ku di dema kêmtir ji sê salan de ev cara çarê ye ku em dibin mêvanên birayên xwe li Herêma Kurdistanê.” Herwesa got, “Şanda bi min re şandeke bilind a aborî ye û ji nûnerên bajarên sinorî yên PÎranşar, Serdeşt, Şino, Mihabad û Nexedeyê pêk hatiye û ev jî giringiya peywendiyên me her du aliyan diyar dike.”

Mihemed Sadiq Mitemîdyan amaje jî da, “Me di civînên din de lihevkirinên baş li ser pêşxistina aborî û keltûrî û civakî kirine, herwesa piraniya bendên wan lihevkirinan jî hatine bicihan, em bandorên wan jî li ser warê aborî dibînin.”

Navbirî eşkere jî kir, “Di dema kêmtir ji sê salan de, zêdetirî 20% tranzêt ji sinorên Parêzgeha Urmiyê bo nav Herêma Kurdistanê zêde bûye, herwesa me nêzî 40% hinardekirin zêde kiriye, ev jî nîşana peywendî û alîkariyên dualî ye ku di salên borî de giringî pê hatiye dan, ew jî rênimaya Îbrahîm Reîsî bû ku peywendiyên me bi welatên cîran re baş bibin.”

Parêzgerê Urmiyê herwesa ragehand, “Civîna duyê ya parêzgerên parêzgehên sinorî yên Komara Îslamî ya Îranê bi parêzger û berpirsên Herêma Kurdistanê re ji bo baştirkirina peywendiyan û dabînkirina berjewendiyên her du aliyan tê kirin.”

Fly Erbil Advertisment