Silêman Oso bû Serokê ENKSê

Navenda Nûçeyan (K24) – Desteya Serokatiya Encûmena Niştimanî ya Kurdî li Sûriyê (ENKS) di civîna xwe ya îro de, Sekreterê Partiya Yekîtî ya Kurdistan - Sûriyê Silêman Oso weke Serokê ENKSê destnîşan kir.

Desteya Serokatiya ENKSê di daxuyaniyeke de ragihand, desteyê di civîna îro 5ê Hezîranê de, mijarên di rojeva karê xwe de gotûbêj kirin û Silêman Oso wek Serokê ENKSê bo xuleya niha destnîşan kir.

Li gorî peyrewa navxweyî ya ENKSê, her şeş mehan carekê serokê ENKS û serokê Encûmenên Xwecihî têne guhertin.

Silêman Oso sala 1959 li gundê Tel Dîk ê ser bi navçeya Dirbêsiyê ya parêzgeha Hesekê ve jidayik bûye û ji dawiya salên heftêyî yên sedsala borî ve tevlî refên tevgera kurdî bûye.

Silêman Oso di heyama kar û xebata xwe de gelek caran ji aliyê rêjîma Sûriyê û Rêveberiya Xweser ve hatibû girtin. Di Kongreya Nehemîn a Partiya Partiya Yekîtî ya Kurdistan – Sûriyê de di di 23-24 Berçileya 2022an, bo cara duyemî wek sekreterê partiyê hatibû hilbijartin.

Fly Erbil Advertisment