Dema tomarkirina hevpeymanî, partî û namzedan bo hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê diyar bû

Navenda Nûçeyan (K24) – Komîsyona Hilbijartinan a Iraqê ji destpêka hefteya bê ve, deriyê tomarkirina hevpeymanî, partî û namzedan ji bo beşdarîkirina di hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê de vedike.

Berdevka Komîsyona Hilbijartinan a Iraqê Cumana Xalayî îro ragihand, “"Komîsyon dê ji 8 heta 13ê Hezîrana 2024an, deriyê tomarkirina hevpeymanî, partiyên siyasî, namzedên serbixwe û namzedên partiyan veke. Her partî yan jî kesek ku bixwaze beşdarî hilbijartinên Parlamentoya 2024an bibe, dikare serdana ofîsên komîsyonê yên li parêzgehan bike.”

Komîsyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinan roja 5'ê Îlonê ji bo lidarxistina hilbijartinên Parlamentoya Herêma Kurdistanê pêşniyar kiriye û ev pêşniyar bi fermî ji Serokatiya Herêma Kurdistanê re şandiye.

Her çend e Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî roja 10ê Hezîrana 2024an ji bo hilbijartinên Parlamentoya Herêma Kurdistanê destnîşan kiribû, lê belê ji ber beşdarnebûna PDK û pêkhateyan, ji ber biryara Dadgeha Federal a ji bo betalkirina 11 kursiyên kutayê yên Parlamentoya Kurdistanê û “destêwerdana derve û amadekirina dîzayneke pêwext a hilbijartinê”, hilbijartin careke din hat pêşxistin.

Fly Erbil Advertisment