Kerkûk.. Polîsek hat kuştin û yek jî birîndar bû
Navenda Nûçeyan (K24) - Li nêzî Liqa Sêyê ya PDKyê li Kerkûkê, teqe li xaleke Polîsên Hawarhatinê hat kirin, kuştî û birîndar hene.
Peyamnêrê K24ê yê Kerkûkê Herêm Caf îro (În, 07.06.2024) got, “Sibeha îro swarê motorsiklekê li nêzî Liqa Sêyê ya PDKyê li nîva Kerkûkê û meydana karkeran teqe li xaleke pişkinînê ya Polîsên Hawarhatinê kir û di encamê de polîsek hat kuştin û yek jî birîndar bû.”
Peyamnêrê K24ê herwesa ron jî kir, “Xaleke pişkinînê ya Polîsên Hawarhatinê goman ji wê motorsiklê birine û daxwaza rawestiyanê jê kiriye lê swarê wê motorsiklê teqe li wan wan kiriye û qurbanî ji wê teqeyê peyda bûne.”