Ji ber bombebarana Tirkiyeyê agir berbû gundekî Amêdiyê

Gundê Guherzê
Gundê Guherzê

Navenda Nûçeyan (K24) - Ji ber bombebarana Tirkiyeyê li ser deverên sinorî yên parêzgeha Dihokê, agir berbû pûş û pawanên gundê Guherzê yê girêdayî qezaya Amêdiyê û metirsî li ser jîngeha wê deverê û xelkê wê çê kirin.

Çend çavkaniyan li sinorê wê deverê şevêdî (În, 07.06.2024) ji K24ê re ragehand, “Îro balafirên Tirkiyeyê çend deverên sinorî yên qezaya Amêdiyê bombebaran kirin û di encamê de agir berbû pûş û pawanên gundê Guherzê yê devera Nihêliyan li sinorê qezaya Amêdiyê, wesa jî rûberekî zêde yê pûş û pawanên wî gundî şewitî.

Herwesa ji ber metirsiya berdewamiya bombebarankirina artêşa Tirkiyeyê, Tîmên Hawarhatinê û Bergiriya Şaristanî nikarin wekî pêdivî di rewşên şewatê de bi zûtirîn dem ji bo kontirolkirinê bigehin cihên rûdanan.

Ev di demekê de ye ku artêşa Tirkiyeyê bi heceta hebûna çekdarên PKKyê li wê deverê hema bibêje her roj deverên sinorî yên Herêma Kurdistanê bombebaran dike, ji ber wê yekê jî hejmareke zêde ya gundan li wan deveran hatiye berdan û yên mayî jî ji tirsên balafiran de newêrin biçin nav erd û milkên xwe.

Fly Erbil Advertisment