Sîrwan Mihemed: Serhijmêriya Îraqê çi peywendî bi madeya 140ê ve nîne

Sîrwan Mihemed
Sîrwan Mihemed

Navenda Nûçeyan (K24) - Wekîlê Wezareta Pilandananê ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê radigehîne, “Encamê bandorên serhijmêriyê peywendî bi madeya 140ê û arêşeyan ve nîne.”

Wekîlê Wezareta Pilandananê ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê Sîrwan Mihemed îro (În, 07.06.2024) ji K24ê re ragehand, “Biryara Hikûmeta Îraqê ya bicihanîna serhijmêriyê li 20.11.2024ê tê bicihanîn, herwesa madeya 140ê peywendî bi serhijmêriya şêniyan ve nîne.”

Sîrwan Mihemed herwesa got, “Ew têkelkirin li sala 2010ê bû sedema paşxistina serhijmêriyê. Niha ev têkelkirin li nik me û Wezareta Pilandananê jî ron e ku eger serhijmêrî li Îraqê bê kirin, encamên wê çi peywendî bi madeya 140ê yan yekalîkirina arêşeyên deverên Kurdistanî yên derveyê îdareya Herêma Kurdistanê yan her arêşeyeke din a qanûnî li her devereke Îraqê ve nabe.”

Navbirî amaje jî da, “Em wekî Wezareta Pilandananê ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi Wezareta Pilandananê ya Îraqê re mijûlî bicihanîna wê serhijmêriyê ne.”

Wekîlê Wezareta Pilandananê ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê tekez jî kir, “Me diyar kiriye ku armanca serhijmêriyê pêşxistin e, yanî ji bo ku Îraq tevî Herêma Kurdistanê qebareya xwe ya malbatî bizane, herwesa hejmara şêniyan û rewşa saxlemî, perwerde, xwandin, aborî, civakî, karkirin, tevî her mijareke din ku girêdayî jîn û jiyara welatiyên Îraqê û Herêma Kurdistanê di wê serhijmêriyê de ji bo me eşkere dibe.”

Fly Erbil Advertisment