Rêjîn Reuf: Hejmareke zêde ya geştyaran serdana deverên geştyarî yên Dukanê kiriye

Navenda Nûçeyan (K24) - Birêveberê Birêveberiya Geştyarî ya Dukanê amajeyê dide, “Geştyar ji Îraqê û derve qesta deverên geştyarî yên Herêma Kurdistanê dikin.” Herwesa dibêje, “Em tevlî gelek helkeftinên cîhanî dibin û em ezmûnên tevlîbûnên xwe ji bo xizmeta warê geştyariyê yê Herêma Kurdistanê bi kar tînin.”
Birêveberê Birêveberiya Geştyarî ya Dukanê Rêjîn Reuf îro (În, 07.06.2024) ji K24ê re got, “Hejmareke zêde ya geştyaran serdana deverên geştyarî yên Dukanê kiriye û hejmara wan berdewam zêdetir jî dibe.”
Rêjîn Reuf ron jî kir, “Em dê hemî berheviyan ji bo pêşwazîkirina geştyaran li heftiya bê û rojên cejna Qurbanan bikin.”
Navbirî eşkere jî kir, “Em tevlî gelek konferansên herêmî û cîhanî yên girêdayî warê geştyariyê bûne.”
Birêveberê Birêveberiya Geştyarî ya Dukanê tekez jî kir, “Me kariye gelek ezmûnên cuda ji welatan bo Herêma Kurdistanê vebiguhêzin, ji bo wergirtina feydeyê geştyariyê.”