Encûmena Rûhanî ya Êzidiyan: Êzidî beşeke bingehîn a gelê Kurd e

Navenda Nûçeyan (K24) – Encûmena Rûhanî ya Êzîdîyan hewlên hinek alîyan ji bo guhertina nasnameya xwe red dike û tekez dike ku “Êzîdî beşeke bingehîn a gelê Kurd in û dap û nerîtên wan bi çanda giştî ya Kurdî re digucin.”
Encûmena Rûhanî ya Êzdiyan îro 08.06.2024an derbarê hewlên çend aliyan bi rêya Parlamentoya Iraqê, ji bo guhertina nasnameya Êzîdiyan ji Kurdî bo neteweyeke serbixwe, daxuyaniyek weşand.
Di daxuyaniyê de hat tekezkirin: “Encûmena Rûhanî ya Êzidiyan bi tundî her hewlek ji bo guhertina nasnameya Êzidiyan ji Kurdî bo her neteweyeke din û destkarîkirina li vê nasnameyê red dike. Êzidî beşeke bingehîn a gelê Kurd in û rehên wan ên dîrokî û çandî bi kûrahî di xaka Kurd de çespandî ne.”
Encûmena Rûhanî da zanîn, “Êzidîtî oleke kevnar e ku dîroka wê bi hezaran salan e û beşek ji mîrasa kevnar a gelê Kurd e. Êzdî bi zimanê kurdî diaxivin, adetên wan li gorî çanda giştî ya kurdî ye. Êzidiyan tevî dijwarî û çewisandinên ku rû bi rû wan bûne, bi sedsalan nasnameya xwe ya olî û netewî parastine.”
Encûmena Rûhanî ya Êzidiyan tekezî li ser wê yekê dike ku pêwîst e rêz li nasnameya kurdên Êzîdî bê girtin û hewla guhertin û sextekirinê neyên dayîn. Di berdewamiya daxuyaniyê de hat gotin jî: “Parastina vê nasnameyê mafekî xwezayî û erkekî pîroz e û beşeke bingehîn a parastina mîrateyên çandî û olî yên gelê Êzidî û gelê Kurd bi giştî ye.”