Li Dêrezorê otombîlek teqiya: 2 endamên alîgirên Îranê hatin kuştin

Navenda Nûçeyan (K24) – Otomobîleke ser bi mîlîşyayên Îranê ve li bajarê Dêrazorê teqiya, di encamê de 2 çekdar hatin kuştin.
Rewangeha Sûrî bo Mafên Mirovan belav kir, otomobîleke bombekirî ya mîlîşyayên Îranê îro li taxa El-Qisor a Dêrazorê, li nêzîkî Navenda Çandî ya Îranî teqiya.
Da zanî jî, taxa El-Qisor di bin kontrola hêzên ser bi rêjîma Sûriyeyê be û di encama teqînê de, 2 kesên ku di otomobîlê de hatin kuştin û hejmarek kes jî birîndar bûn.
Amaje bi wê jî kir, hêzên ewlehiyên yên ser bi rêjîmê ve gihîştin cihê teqînê û dorpêç kir.
Çalakvanên bajarê Dêrazorê belav kirin, her yek ji Iweyêd El-Moheya El-Ebid El-Elî û Casir El-Cibînî El-Xelef yên ser bi hêzên Îranê ve di teqînê de hatin kuştin.
Gelek grûpên çekdar ên alîgirên Îranê li rojavayê parêzgeha Dêrezorê, ji bajarê Elbûkemal a li ser sînorê Iraqê heta bajarê El-Meyadîn bicih dibin.