Diyarbekir.. Erîşî jinên komeke semayê hat kirin

Diyarbekir
Diyarbekir

Diyarbekir (K24) - Li Diyarbekirê komekê ku ji dehan kesan pêk dihat tekbîr anî û êrîşî çalakiya semayê (dansê) kir.

Li gor agahiyan, Dibistana Semayê ya bi navê “Swingamed”ê li navenda bajêr li Parka Temayê çalakiyeka semayê li dar dixist.

Demê çalakiya semayê dest pê kir, komek ku ji dehan kesan pêk dihat çû parkê, tekbîr anî û êrîşî koma semayê kir.

Hinek endamên koma semayê birîndar bûn û 2 jî ji bo dermankirinê ber bi nexweşxaneyê hatin veguhastin.

Dîmenên wê erîşê li ser komên civakî hatine parvekirin.