Çar endamên ENKSê li Dêrik û Amûdê hatin revandin

Rojavayê Kurdistanê
Rojavayê Kurdistanê

Navenda Nûçeyan (K24) - Kiryarên li dijî endam û alîgirên Encûmena Niştîmanî ya Kurd li Sûriyeyê ENKSê berdewam in, herî dawî çar endamên partiyên di nav ENKSê de li bajarên Dêrik û Amûdê ji aliyê çekdarên girêdayî PYDyê ve hatine revandin.

ENKSê di derheqa revandina endamên xwe de di daxuyaniyekê de daxwaza azadkirina wan bi zûtirîn dem kir û herwesa daxwaz ji Hevpeymaniya Navdewletî jî kir ku karekî ji bo rawestandina binpêkirinan bike û givaştinê bixe ser PYDyê da ku tevahiya girtî û revandiyan azad bike.

Endamê Nivîsîngeha Siyasî ya PDKSê Nafi Ebdila di vî warî de got, “Rêveberî di îdareya herêmê de feşilî ji ber ku nekarî bihayê genim bilind bike, nekarî hilbijartinên xwe çê bike, nekarî xizmetkariyan ji milet re dabîn bike, xasma wekî karebê û avê, xelk îro gelkî ji meseleya avê gazinan dike. Ev tişt bûn sedemek ku berê Rêveberiyê ketiye girtina hevalan ji bo ku berê milet ji tiştên serekî dagerîne.”

Navbirî herwesa got, “Ev kiryar derfetê peyda nakin ku careke din diyaloga Kurdî-Kurdî di navbera partiyên di nav Encûmena Niştimanî ya Kurdî û partiyên din de dest pê bike.”

Parêzerek dibêje, “Kiryarên ku li dijî endamên partiyên di nav ENKSê de tên kirin li dijî qanûnên mafên mirovan ên navdewletî ne û erkê Rêveberiya Xweser û hêzên bi ser wê ve ye ku tawanbaran siza bidin ne ku çavên xwe li ser wan bigirin.

Parêzer Mûaz Yûsif tekez kir, “Ev kiryar li dijî û berovajî pirinsîp û pîvanên navdewletî ne. Eger tu xwe wekî desthilat pêşkêş dikî, desthilat ew e ku eger kesekî tiştekî neqanûnî kiribe, divê tu wî kesî bi awayekî eşkere bixwazî yan bigirî.”

Navbirî herwesa got, “Eger li gor girêbesta civakî be ya ku Rêveberiya Xweser pejirandiye, ji xwe yekcar dûrî van made û bendan e yên ku di vê girêbestê de hatine û berovajî wê ye. Bi rastî ev yek metirsiyê dixe di dilê her kesekî de.”

Ji destpêka Adara 2024an ve, zêdetirî 12 endamên partiyên di nav ENKSê de ji aliyê çekdaran ve hatine revandin û zêdetirî 11 caran jî çekdaran êrîşî nivîsîngehên ENKSê li bajarên cuda cuda yên Rojavayê Kurdistanê kiriye û ew şewitandine.