Fermangeha Medya û Zanyaran: Ew skalaya li ser kanalekê hatiye tomarkirin peywendî bi Serokê Hikûmetê ve nîne
Navenda Nûçeyan (K24) - Fermangeha Medya û Zanyaran a Hikûmeta Herêma Kurdistanê radigehîne, “Ew skalaya li ser kanala NRTyê hatiye tomarkirin çi peywendî bi Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê ve nîne, belkî ya Wezareta Darayî û Aborî ye.”
Fermangeha Medya û Zanyaran a Hikûmeta Herêma Kurdistanê îro (Sêşem, 11.06.2024) ronkirinek parve kir û tê de ragehand, “Kanala NRTyê nûçeyek parve kiriye ku qaşo Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê skalayek li ser wê kanalê û peyamnêrê wê tomar kiriye.”
Fermangeha Medya û Zanyaran amaje jî da, “Em li vê derê radigehînin ku wê skalayê çi peywendî bi Serokê Hikûmetê ve nîne belkî ya Wezareta Darayî û Aborî ye, li ser bizaveke bêbingeh û nerast ku wê kanalê belav kiriye, qaşo 960 milyar dînar di Banka Minareyê ya Hewlêrê de hene û ji bo mûçeyan nayên bikaranîn, lewma Wezîrê Darayî û Aborî daxwaza tomarê kiriye û ew peyamnêr jî her duhî bi kefalet hatiye azadkirin.”
Herwesa di wê ronkirinê de hatiye, “Pêdivî ye ew kanal li ser bingeha pîşeyîbûnê û pabendbûna bi qanûnên karê medyayê xwe ji wan nûçeyan dûr bike û berî belavkirinê xwe ji naveroka peyamên wê piştrast bike”.