Serkewt Kareş: Rûdanên xeniqînê li beranberî salên borî zêdetir bûne

Navenda Nûçeyan (K24) - Berdevkê Bergiriya Şaristanî ya Herêma Kurdistanê radigehîne, “Ji destpêka îsal heta niha zêdetirî du hezar rûdanên cuda cuda çê bûne ku li beranberî salên borî zêdetir bûne.”
Berdevkê Bergiriya Şaristanî ya Herêma Kurdistanê Muqedem Serkewt Kareş îro (Çarşem, 12.06.2024) ji K24ê re ragehand, “Amara rûdanan ji destpêka îsal heta niha bi parêzgeh û îdareyên serbixwe ve gehiştiye du hezar û 162 rûdanên cuda cuda, herwesa me 31 keysên xeniqînê jî li seranserî Herêma Kurdistanê hene.”
Serkewt Kareş amaje jî da, “Rêjeya rûdanan li beranberî salên borî gelek zêde bûye û xasma rêjeya keysên xeniqînê lê tiştê cuda ji salên din ew e ku piraniya wan kesên ku xeniqîne Kurd in û xelkê Herêma Kurdistanê ne.”
Navbirî herwesa got, “Hin ji kesên xeniqî yên salên borî welatiyên naverast û başûrên Îraqê bûn, hin jî xelkê derveyê Herêma Kurdistanê û Îraqê bûn wekî welatiyên Sûriye û Îranê ku li Herêma Kurdistanê dijiyan.”
Berdevkê Bergiriya Şaristanî ya Herêma Kurdistanê eşkere jî kir, “Rûdanên şewatan ne tenê li Herêma Kurdistanê belkî li seranserî Îraqê zêde bûne, sedemên wan jî guhertina seqayî, xemsariya welatiyan, kelûpelên karebê û deverên pîşesazî ne. Herwesa di çend rojên borî de gelek rûdanên şewatan hebûn, wekî şewitîna pûş û pelex û dexl û danan ku hin ji wan ji ber birûskan bûne.”
Serkewt Kareş herwesa ragehand, “Hin ji sedemên şewatan şortên karebê ne, hin jî bi merem çê dibin.” Herwesa got, “Ji destpêka meha Hezîranê heta niha rûdanên şewitîna pirêz û deştan li Herêma Kurdistanê yekcar zêde bûne, hin welatî bi xwe agirî berdidin pirêzên xwe û paşî ji destên wan derdikevein.”
Navbirî tekez jî kir, “Hemî birêveberiyên Bergiriya Şaristanî yên parêzgeh û îdareyên serbixwe ji bo haydarkirina welatiyan hatine pabendkirin, herwesa em rênimayan bi rêya kanalên dîtarî û bihîstarî û medyaya civakî parve dikin.”