Biryara azadkirina tometbarên kuştina Tahir Elçî hat dayîn

Navenda Nûçeyan (K24) – Piştî neh salan, biryara azadkirina 3 tometbarên dosyeya terorkirina Serokê berê yê Baroya Diyarbekirê Tahîr Elçî hate derxistin.

11emîn rûniştina dadgeha dosya terorkirina Serokê berê yê Baroya Diyarbekirê Tahîr Elçî, li Dadgeha Tawanan a Diyarbekirê birêve çû.

Dadgehê biryara azadkirina 3 polîsan da, ku di terorkirina Elçî de, tometbar bûn. Serokê niha yê Baroyê Nahîd Eren ragihand, ew biryarê red dikin û rojek dê were ku tawanbar bigihin sizayên xwe.

Serokê Baroya Amedê Tahir Elçî di 28’ê mijdara 2015’an de dema li pêşiya Mînareya Çarling a li navçeya Sûrê ya Amedê daxuyanî dida hatibû kuştin.

Doza Tahîr Elçî piştî kuştina wî bi 5 salan hatibû vekirin û yekemîn rûniştina dozê 21ê Çiriya Pêşîna 2020î hatibû kirin.