Parêzer li ser doza Tahir Elçî: Biryara dadgehê ne hiquqî ye û delîl hatine reşkirin
Diyarbekir (K24) – Li Diyarbekirê di rûniştina 11. de bo doza kuştina Tahîr Elçî biryar hat dayîn. Di biryarê de hat amajekirin ku polîsên dihatin darizandin bêtawan in, ji ber ku ev biryar dihat pêşbînîkirin û dadgeha pirraniya daxwazên wan red kir, parêzeran hola dozê terikandin û wek protesto heta ber Minareya Çarling meşek li dar xistin.
Serokê Berê yê Baroya Diyarbekir Tahîr Elçî 2015an de ber Minareya Çarling encama pevçûnekê de jiyana xwe ji dest da, doza kuştina Tahîr Elçî piştî 5 salan, di sala 2020an de dest pê kiribû, 3 polîs û 2 endamên PKKê dihatin darizandin û paşê doza endamên PKKê hat cudakirin û derbarê kuştina Tahîr Elçî de 11 runiştin hatin kirin û di runiştina 11emîn de dadgeha biryara bereeta polîsan da. Li gorî raporta dozgerê dozê ku 25ê nîsanê de aşkere kiribû tevgeriya. Dozgerî gotibû, ne diyar e ku gulleya li ser Tahîr Elçî ketî ku derê hatiye. Parêzer û siyasetmedaran amaje kirin ku ji helwesta dadgehê diyar bibu ku dê doz tariyê de bimîne.
Hıquqnas Mehmet Emîn Aktar ji K24ê re got: “Dadgeh ji serî de bi awayekî nehiquqî tevgeriya, nehat xwestin ku doza Tahîr Elçî were ronîkirin, hemû daxwazên parêzeran hatin redkirin.”
Piştî ku hat dîtin dê dadgeh bo polîsan biryara bereetê bide parêzeran hola dozê terikandin û amajekirin ku dadgehê pirraniya daxwazên parêzeran red kirin, delîlên dozê nehatin berhevkirin.
Parlementerê CHPê û Serokê berê yê Baroya Diyarbekir Sezgîn Tanrikulu got: “Delîl nehatin berhevkirin, berovajiyê vê yekê delîl hatin reşkirin, pevajoyek 4 salan a darazê hebû, ev pêvajo li ser bingeha sizanekirinê hat avakirin”
Mehmet Elçî, birayê Tahîr Elçî got: “Hêviya me ji dadgehê nema, tahîr Elçî ji ber ku got em şer û pevçûnan naxwazin hat qetlikirin.”
Ji ber biryara dadgehê parêzer, siyasetmedar û mafnasan wek bertek meşek li dar xistin, heta ber Minareya Çarling Meşiyan û li vê derê daxuyaniyek dan çapemeniyê û amaje kirin ku tê xwestin doz di tariyê de bimîne lê ewê rê nedin ku tiştek wisa bibe.
Tahîr Elçî li ber Minareya Çarling hat kuştin, 2020ê de doz vebû, doz bi dawî hat, berguman nehatin sizadan û parêzeran hatin ber Minareya Çarling daxuyanî dan û doz li vêderê bi dawî bû.