Zozan Koçer: Em bizavê dikin ku arêşeya cotyarên Mexmûrê çare bikin

Zozan Koçer
Zozan Koçer

Navenda Nûçeyan (K24) - Piroseya wergirtina genim li Mexmûrê hatiye destpêkirin lê asteng ji bo cotyaran tên çêkirin, endameke Lijneya Çandinê ya Civata Nûnerên Îraqê amajeyê dide ku bizavê dikin wan asteng û arêşeyan çare bikin ên ku dikevin di rêya vê piroseyê de.

Endama Lijneya Çandinê ya Civata Nûnerên Îraqê Zozan Koçer duhî (Pêncşem, 13.06.2024) taybet ji K24ê re got, “Me gelek bizav kiriye ku wê arêşeyê çare bikin ya ku ji bo cotyaran di dema birina berhemên wan ji bo sayloyên Mexmûr û Mûsilê de hatiye çêkirin.

Zozan Koçer amaje jî da, “Em bi Wezîrê Bazirganiyê yê Îraqê re ji bo dema du rojan li ser xetê bûn û me wekî Lijneya Çandinê pêdivî dîtiye ku bi zûtirîn dem ew arêşe bê çarekirin.”

Navbiriyê eşkere jî kir, “Vê mijarê zêdetir peywendî bi sedemên siyasî ve heye.” Herwesa got, “Wezîrê Bazirganiyê yê Îraqê ji me re got ku şiyanên wergirtinê yên sayloyên Îraqê sinordar in.”

Wê Endama Lijneya Çandinê ya Civata Nûnerên Îraqê ron jî kir, “Wezîrê Bazirganiyê yê Îraqê ji me re got ku sayloya Mexmûrê dikare 180 hezar tonên genim werbigire lê rêjeya wî berhemê ji bo wê sayloyê diçe gelek zêdetir e.”

Fly Erbil Advertisment