Hevahengî û Qeyran: Em hêsankariyan bo vegerandina termên qurbaniyan û dîtina windabûyiyên belema Îtalyayê dikin

Wêneyê wê belema di ava Îtalyayê de binav bû
Wêneyê wê belema di ava Îtalyayê de binav bû

Navenda Nûçeyan (K24) - Fermangeha Hevahengî û Lidûçûnê ya Wezareta Navxwe ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê radigehîne, “Li ser fermana Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê, Wezareta Navxwe bi hevahengiya Fermangeha Peywendiyên Derve ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê tevaya alîkarî û hêsankariyan ji bo vegerandina termên qurbaniyan û dîtina kesên winda yên belema binavbûyî ya Îtalyayê pêşkêş dike.”

Fermangeha Hevahengî û Lidûçûnê ya Wezareta Navxwe ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê îro (Sêşem, 18.06.2024) beyannameyek parve vekiriye û tê de ragehandiye, “Mixabin duhî (Duşem, 17.06.2024) nûçeya binavbûna belemeke koçberan li peravên Îtalyayê gehişt me ku qurbaniyên koça neqanûnî ne. Ji ber vê bûyera xembar, em serexweşiyê li kesûkarên qurbaniyan dikin û daxwaza silametiyê ji bo kesên hatine rizgarkirin dikin.”

Herwesa li ser fermana Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, Wezareta Navxwe bi hevahengiya Fermangeha Peywendiyên Derve ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê tevaya alîkarî û hêsankariyan ji bo vegerandina termên qurbaniyan û dîtina kesên winda pêşkêş dike.”

Wezareta Navxwe herwesa ragehand, “Em daxwazê ji kesûkarên qurbaniyan dikin ku peywendiyê bi hejmara li jêrê ya Navenda Hevpar a Hevahengiya Qeyranan a Wezareta Navxwe bikin, ji bo ku em karên pêdivî ji bo vegerandina termên qurbaniyan bikin. Herwesa em daxwazê ji kesên rizgarbûyî jî dikin ku peywendiyê bi me bikin, ji bo ku em zanyaran li ser kesên winda werbigirin û kesên winda yên wê bûyerê bibînin.”

009647508035680