Kareb ji bo 53 gund û pirojeyên avê yên Mexmûrê hat vegerandin

Navenda Nûçeyan (K24) - Ji ber rabûna bayekî bihêz, çar burcên karebê yên 33 KV keftin û 53 gundên sinorê Qerac û Mexmûrê bê av û kareb man. Piştî demeke kurt, ew burc hatin çarekirin û kareb û av dîsa ji bo wê deverê hatin vegerandin.
Ragehandina Parêzgeha Dihokê eşkere kir, “Piştî ku li roja Yekşemê, 16.06.2024, çar burcên 33 KV yên Qeracê li Kone-Sîxoreyê ji ber rabûna bayekî bihêz keftin”.
Li dû wê ragehandinê, “53 gund û nahye tevî pirojeya avê ya Mexmûrê bê kareb mabûn”.
Her wê çavkaniyê eşkere jî kir, “Li ser raspardeya Birêveberê Giştî yê Birêveberiya Karebê ya Hewlêrê û bi hevahengiya Qayimqamê Mexmûrê, tevî ku roja yekê ya cejna Qurbanî bû, kareb ji bo wan 53 gund û nahyean û pirojeya avê ya Mexmûrê hat vegerandin, ew jî bi dabînkirina 30 stûnan û kelûpelên din ên pêdivî.”