Agir berbû daristaneke Tirkiyeyê û kontirolkirina wî dijwar bûye

Daristanên Çanakkaleyê dişewitin
Daristanên Çanakkaleyê dişewitin

Navenda Nûçeyan (K24) - Ev du roj in ku agir berbûye daristana Çanakkaleyê ya Tirkiyeyê. Wezîrê Çandinê û Daristanan ê Tirkiyeyê dibêje, “Ji ber lezatiya bayî, kontirolkirina wî agirî bizehmet e.”

Şewitîna daristanan li bajarkê Eceabadê yê parêzgeha Çanakkaleyê ya Tirkiyeyê berdewam e. Li dû gotina Wezîrê Çandinê û Daristanan ê Tirkiyeyê Ibrahim Yumakli, heta niha ew agir nehatiye kontirolkirin û 540 karmendên Bergiriya Şaristanî ji bo vemirandina wî agirî bo cihê wê şewatê hatine şandin.

Ibrahim Yumakli ragehand, “Tevî bizavan, rûberê 575 hêktaran ji pûş û pelex û daristanan şewitîne û ji ber wê yekê jî hatinûçûn ji bo Tengava Çanakkaleyê hatiye rawestandin.

Navbirî herwesa got, “Tenê me kariye belavbûna wî agirî kontirol bikin, lê lezatiya bayî bûye sedema wê yekê ku em nikarin bibêjin ew agir bi temamî hatiye kontirolkirin.”

Wezîrê Çandinê û Daristanan ê Tirkiyeyê amaje jî da, “Şêniyên du gundan ji bo cihekî din hatine veguhastin, ku 530 kes in û niha li Mêvanxaneya girêdayî Wezareta Werziş û Ciwanan dimînin û çi dozên saxlemiyê an jî birîndarbûnê nînin.

Bergiriya Şaristanî ya Tirkiyeyê bi neh balafiran, şeş helîkopteran û 94 tîmên agirvemirnadinê ku ji 540 karmendan pêk hatine bizavê ji bo vemirandina wî agirî dikin.

Ev sala duyê ye ku agir berdibe daristanên Çanakkaleyê. Par jî li meha Tebaxê ji ber şewitîna daristanên wê parêzgehê, Tîmên Hawarhatinê şêniyên 10 gundan ber bi deverên parastî ve veguhastin heta piştî kontirolkirina agirî.

Fly Erbil Advertisment