Perwaz Hisên: Eger ez bimirim, şînê ji min re mekin

Navenda Nûçeyan (K24) - Hunermenda stiranbêj Perwaz Hisên dawî wesiyeta xwe ji bo evîndarên hunera xwe di perên gulekê de ji Kurdistan24ê re dihêle.
Perwaz Hisên dibêje, “Ez bi malikeke helbeseke Mamosta Kerîm Fîdayî ji we re dibêjim: Ku ez mirim şîn û giriya te ji bo min çi ye? Ku gul çû, ava barana te ji bo min çi ye? Li ser termê min ê evîndar, Qurbana te, êdî zulfa te ya perîşan ji bo min çi ye? Lewma ez naxwazim ewê ku dehol ji bo min diquta niha şîna min bike”.
Perwaz Hisên niha li welatê Almanyayê ye û neştergeriyeke giran a nexweşiya penceşêra rîxoleyê jê re hatiye kirin.
Ew hunermenda stiranbêj naxwaze di vê rewşa hestyar de li ser medyayan derbikeve, lewma bi nameyekê xweşeviyan haydar dike ku êdî bi belavkirina wêne û malikên helbestan hestên xwe diyar nekin, ku nekarîne di çarekirina nexweşiya wê de alîkar bin, ew nexweşiya ku li ser jiyana wê bûye gef û wan çi helwest li beranberî azarên wê nebûn, lewma bi awayekî bê hêvî penayê ji bo wê malika helbesta Fîdayî dibe û azarên xwe pê re parve dike.