Konseya Ewropayê daxwaza azadkirina Demîrtaş û Osman Kavala dike

Navenda Nûçeyan (K24) – onseya Ewropayê (MPKE) bang li Tirkiyeyê kir ku Selahettin Demîrtaş û Osman Kavala azad bike û tekez kir ku divê Enqere biryara Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê bicih bîne.
Raportorê Tirkiyeyê yê Meclîsa Parlamenteran a Konseya Ewropayê (MPKE) Stefan Schennach di navbera 11-14'ê Hezîranê de li Enqere û Stenbolê hevdîtinan pêk anî.
Schennah derbarê têkiliyên xwe de, roja 18'ê Hezîranê de daxuyanî da û diyar kir ku wî di girtîgehê de bi karsaz Osman Kavala û Hevserokê HDPê yê berê Selahattîn Demîrtaş re hevdîtin pêk aniye.
Schennah da zanîn, wî careke din hişyarî da Tirkiyê ku divê biryara Dadgeha Ewropî ya Mafên Mirovan bi cih bîne û Demîrtaş û Kavala azad bike.
Amaje bi wê jî kir, Osman Kavala ji Cotmeha 2017'an û vir ve di girtîgehê de ye û DMME'yê ji bo berdana Kavala 2 biryar dane û got ku ew cezayê 42 sal cezayê girtîgehê yê di Doza Kobanê de li Demîrtaş hatiye birîn, bi tundî şermezar kiriye.
Schennah diyar kir, çareseriya dosyayên Kavala û Demîrtaş di destê dadweriya Tirkiyeyê de ye û ji van her du dosyayên ku di rojeva Komîteya Wezîran de ne re çareseriyeke qanûnî dikare bê dîtin.