Agirê şewata di navbera Diyarbekir û Mêrdînê de hat kontirolkirin
Diyarbekir (K24) - Parêzgeriya Diyrbekirê li ser navê Parêzgerê Diyarbekirê Alî Îhsan Su di daxuyaniyeke nivîskî de li ser şewatê wiha got:
"Agirê ku li taxa Koksalana gundewarî ya navçeya Çinarê ya bajarê me derketibû bi mudaxeleya tîmên me hat kontrolkirin.
Xebatên sarkirinê berdewam dikin. Mixabin di şewatê de 3 welatiyên me jiyana xwe ji dest da, dermankirina 9 welatiyên birîndar jî li nexweşxaneyan berdewam dike. Rehma Xwedê li welatiyên me yên mirî be û ji birîndaran re jî şifaya lezgîn dixwazim."