Di şewata li Diyarbekir û Mêrdînê de 5 mirî û 29 birîndar hene
Diyarbekir (K24) - Wezîrê Karûbarên Navxe yê Tirkiyeyê Alî Yerlîkaya li ser hesabê xwe yê medyaya civakî di derheqa encamên şewata di navbera Diyarbekir û Mêrdînê de wiha got:
"Di encama keda tîm û welatiyên me de agir bi temamî hate kontrolkirin. Xebatên sarkirinê berdewam dikin.
Mixabin di şewata Diyarbekirê de 3 û li Mêrdînê jî 2 welatiyên me jiyana xwe ji dest da.
Li Diyarbekirê 11 û li Mêrdînê jî 18 welatî birîndar bûn. Dermankirina birîndarên me dewam dike.
Rehma Xwedê li welatiyên me yên mirî be û ez ji birîndaran re jî şifaya lezgîn dixwazim."