Li navçeya Hezexê ya Şirnexê şewateke mezin derket

Navenda Nûçeyan (K24) – Li navçeya Hezexê ya Şirnexê şewateke mezin derket. Herwiha Hejmara qurbaniyên şewata Mêrdîn û Diyarbekirê jî gihişt 15 kesan.

Li navçeya Hezex ya Şirnexê şewateke mezin derket ku sînorê heşt gundan vegirtiye. Hewlên vemirandinê didomin lê heta niha nehatiye kontrolkirin.

Şaredariya Cizîrê û Şaredariya Silopiyayê bi wesayît û tîmên xwe ji bo şewata li xeta sînor vemirînin, gihîştin herêmê.

Li aliyê din, ji birîndarên şewata Mêrdîn û Diyarbekirê de kesekî din jî canê xwe jidest da û hejmara qurbaniyan gihişt 15 kesan.

Fly Erbil Advertisment