Li Efrînê rêjeya bêkariyê bilind bûye

Efrîn (K24) – Li Efrînê rêjeya bêkariyê di nava ciwanan de bilind bûye û ev jî bûye sedema zêdebûna hejariyê. Welatiyek ji K24ê re ragihand, ji ber dorpêça li ser herêmê û nebûna rêyên hinardekirinê, gelek kargeh hatine girtin.

Ne bi tenê dagirkerî û nebûna ewlehiyê, pirsgirêkên kurdên Efrînê ne, lê bêkarî û nebûna derfetên kar, barê xelkê girantir kiriye. Piştî dagirkirina Efrînê di sala 2018an de, piraniya kargehên herêmê rawestîne ew yek bûye sedem ku gelek ciwan jî bêkar bimînin û hejmara malbatên hejar zêdetir bibin.

Welatî Mihemed Elî: “Kar kêm e. Rewş xirap e. Em ji cejna Remezanê ve bêkar rûniştine û kar jî tune ye.”

Welatî Zana Resûl: “Kar tune ye. Em du sê meh in rûniştine, nikarin heqê nên û debara zarokan re nagihin. Em dixwazin şuxul vebe û tevgera bazarê çêbibe, ta ku heqê kirê û debara xwe derxin.”

Ji ber şer, destdanîna li ser zeviyên welatiyan û birîna darên wan, berhemanîna xwcehî li Efrînê kêm bûye. Ji bilî wê yekê jî, herêm dorpêçkirî ye û hinardekirin nîne, ku ev hemû sedem bandora xwe li aboriya herêmê û jiyana xelkê wê dike.

Çalakvan Ebdilhemîd Xotanî dibêje: “Kargeh hene, lê piraniya wan rawestiya ne. Rewşa Efrîn di vê qonaxê de gelek zehmet e, ew jî ji ber ku herêm dorpêçkirî ye û hinardekirin nîne, bêkarî pir bûye û dahata xelkê gelek kêm e.”

Pêş şerê nevxweyî yê li Sûriyeyê di sala 2011an de, zêdeyî 18 milyon darên zeytûnan li Efrînê û gundewarê wê hebûn ku berhemanîna wan ji zeyta zeytûnan dighişt 270 hezar ton, lê niha û ji ber birîna daran ji aliyê çekdarên opozisyona Sûriyeyê ve, xelkê Efrîn nema dikarin pêdiviyên xwe ji zeyta zeytûna dabîn bikin.

Berî demekê Rêxistina Hevrêzên Bersivdana Sûriyeyê eşkere kir ku rêjeya bêkariyê li bakur-rojavayê Sûriyeyê, ku ji aliyê hêzên opozisyonê ve tê kontrolkirin, gihiştiye ji %88, û hişyarî ji encamên metirsîdar li ser herêmê da û amaje bi wê jî kir, sedemên bilindbûna rêjeya bêkariyê, ji ber nebûna hikûmeteke rasteqîne ye ku bi stratejiyên pêşdebirî aboriya herêmên bi rê ve bibe, lê belê tenê rewşa heyî birêve dibe.

 

Fly Erbil Advertisment