Hejmara kuştiyên Xezzeyê ji 37 hezar kesan derbaz bû
Navenda Nûçeyan (K24) - Birêveberiya Nexweşxaneya Kemal Edwanê li kertê Xezzeyê eşkere dike ku, ji ber birsê û xwarinên xirab di heft rojan de çar zarok mirine, nîşanên xwarina xirab li cem zêdetirî 250 zarokan jî diyar bûne û herwesa hejmara kuştiyan jî ji 37 hezar kesan derbaz bûye.
Birêveberiya wê nexweşxaneyê got, “Birs û xwarina xirab li ser jiyan û canê zarokên kertê Xezzeyê bûne gefeke mezin. Tevî ku kertê Xezzeyê di warê tendirustiyê de rûbirûyî karesateke wesa bûye, xirabiya wê rewşê zêdetir li ser zarokan diyar bûye.”
Çavkaniya navbirî amaje jî da, “Di du heftiyên borî de tenê li Nexweşxaneya Kemal Edwanê pizişkan zêdetirî 250 dozên xwarina xirab li ser zarokan destnîşan kirine, nêzî 60 kesan jî ji awareyên Bêt Lehiyayê ji ber xwarina nebaş û dem-bi-ser-ve-çûyî jehrîn bûn û ji bo wê nexweşxaneyê hatin veguhastin.”
Li dû raportên pizişkî, birsê bi ser mezin û biçûkên kempa Lehiyayê de girtiye. Ji bilî nebûna xwarinê, ava pakij jî ji bo vexwarinê nîne, lewma jî tevî wêranbûna jêrxaneya kertê avê bi rêjeya 70%, bizav tê kirin ku westgehên avê dîsa bixin kar û her çawa be xelk bikare ava pakij peyda bike.
Ji aliyekî din ve Wezareta Tendirustiyê ya girêdayî Hemasê ragehand, hejmara qurbaniyên şerê xwînawî yê nêzî neh mehan di navbera çekdarên Hemasê û artêşa Israîlê de gehiştiye 37 hezar û 594 kesan, herwesa hejmara birîndaran jî gehiştiye 86 hezar û 32 kesan.