Endazyarên petrolê li Besrayê: Baştir e ku hikûmet deriyên zanîngehan dabixe

Navenda Nûçeyan (K24) - Endazyarên petrolê li Besrayê dest bi xwenîşandanan kiriye û daxwaza damezrandinê dikin. Ew dibêjin, “Em li ser deryaya petrolê ne lê wê petrolê çi mifa ji me re nîne.”
Piştî demeke kurt ji bêdengiyê, endazyarên petrolê li parêzgeha Besrayê dest bi xwenîşandanan kir. Ew çûne beranberî kompaniya petrolê ya Besrayê û daxwaza damezrandin û bicihanîna wan sozan dikin ên ku bi wan hatine kir.
Endazyarekî danemezrandî ji K24ê re ragehand, “Ji Havînê bo Zivistanê û dîsa bo Havînê, em dê xwenîşandanan ji bo damezrandinê bikin. Ev zêdetirî sal û nîvan e ku rewşa me ev e, em kur û kiç li ber vê tava sojek sekinîne û çi kesek di hawara me nayê, tiştê ku bi me tê dan tenê soz in.”
Endazyarên danemezrandî li ber tava sojek sekinîne û daxwaza damezrandinê dikin. Ew dibêjin, “Em li ser deryayeke petrolê ne lê wê petrolê ji bilî pîskirina bayî û belavkirina nexweşiya penceşêrê çi mifa ji bo kur û kiçên vî bajarî nebûne.”
Endazyarekî danemezrandî ku tevlî wan xwenîşandanan bûye got, “Wekî hûn dibînin, ev sal û nîv in ku em li ser xwenîşandanên xwe berdewam in, me dest ji piraniya daxwazên xwe berdaye pêxemetî damezrandinê. Em çûn cem aliyên peywendîdar û wan gelek soz bi me dan lê me çi nedît, lewma em dê li ser xwenîşandanan berdewam bin.”
Xwenîşander dibêjin, “Eger Hikûmeta Îraqê me danamezrîne, bila deriyên zanîngehan dabixe ji ber ku kiç û kurên welatî nayên damezrandin û yên ku li Besrayê kar heye xelkê biyanî ye.”