Civata Wezîran danûstandinan li ser mûçeyan û du mijarên din dike

Navenda Nûçeyan (K24) - Civata Wezîrên Herêma Kurdistanê îro dicive û danûstandinan li ser rewşa karebê, daşkandina pereyê li-ser-hev-kombûyî yê kareba welatiyan, merasîmên Hecê yên îsal û mûçeyên fermanberan dike.
Civata Wezîrên Herêma Kurdistanê îro (Çarşem, 26.06.2024) bi serperiştiya Serokê Civata Wezîran Mesrûr Barzanî û amadebûna Cîgirê Serokê Civata Wezîran Qubad Talebanî dicive.
Li dû ragehandineke Hikûmeta Herêma Kurdistanê, di para yekê ya wê civînê de danûstandin li ser rewşa xizmetkariya karebê li Herêma Kurdistanê di werzê germê de û bizavên Wezareta Karebê ji bo baştirkirina wê xizmetkariyê di vî werzî de tên kirin.
Herwesa danûstandin li ser pêşniyara Wezareta Karebê di derheqa biryara berê ya Civata Wezîran a hejmar 249 a roja 27.03.2024ê ya girêdayî daşkandina 20% ya pereyê li-ser-hev-kombûyî yê kareba welatiyan tên kirin.
Di para duyê ya wê civînê de, wekî ku di wê ragehandina Hikûmeta Herêma Kurdistanê de hatiye, raporta Wezîrê Ewqaf û Karûbarên Olî yê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Piştîwan Sadiq a li ser birêveçûna merasîmên Hecê yên îsal û rêkarên wê wezaretê ji bo heciyan û mijara mirina hejmareke heciyên Herêma Kurdistanê berçav dike.
Herwesa Wezîrê Tendirustiyê yê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Saman Berzincî jî raportekê li ser aliyê tendirustî yê vê mijarê pêşkêş dike.
Di para sêyê ya wê civînê de, danûstandin li mijarên girêdayî mûçeyên Herêma Kurdistanê û rêkar û mîkanîzmên bicihanîna pabendiyan li beranberî Hikûmeta Federalî tên kirin, wekî lîsta mûçeyên mehane yên mûçexurên Herêma Kurdistanê, piroseya hûrbîniyê ya dîwanên çavdêriyê yên Hikûmeta Federalî û Hikûmeta Herêma Kurdistanê, bankkirina mûçeyan, mijara terazûya pêdaçûna mehane ya hevgirtî ya tevaya dezgehan, pişka gencîneya federalî di dahata negirêdayî petrolê ya mehane ya Herêma Kurdistanê de û rêkxistina derfeta Welatên Hevgirtî yên Amerîkayê ji bo hêzên Pêşmergeyan.