Dadgeha Temyîzê ya Parîsê "fermana girtina Beşar Esed" pejirand

Navenda Nûçeyan (K24) – Dadgeha Temyîzê ya Parîsê biryara girtinê ya ku li dijî Serokê Sûriyeyê Beşar Esed hatibû dayîn, pejirand.

Dadgeha Temyîzê ya Parîsê îro 26ê Hezîranê biryara girtinê ya ku li dijî Serokê Sûriyeyê Beşar Esed ku bi tometa tawanên li dijî mirovahiyê hatibû dayîn, pejirand.

Dadgehê Beşar Esed bi tawanên li dijî mirovahîyê tawanbar kir, ku artêşa wî di tebaxa 2013an de dema êrîşî Dûma û Xûtaya Rojhilat ya di di bin destê opozîsyonê de bû, çekê kîmawî bikar aniye ku tê de û bêtirî 1000 kesî hatin kuştin û çend hezar kes jî birîndar bûn.

Parêzerên aliyên sivîl di dawiya rûniştina dadgehê ku bi awayekî girtî hatibû kirin, ji rojnamevanan re ragihandin ku “biryar hat pejirandin”.

Bi vê biryarê, Odeya Lêpirsînê daxwaza Dozgeriya Giştî ya Niştimanî ya Rûbirûbûna Terorê ji bo betalkirina girtina Beşar Esed bi hinceta parêzbendiya serokomar di dema desthilatê de, red kir.

Desthilatên dadwerî yên Fransî di Mijdara borî de fermanên girtinê yên navdewletî li dijî Esed, birayê wî Mahir, Fermandarê Firqeya 4an a Zirxî, û du efserên din ên navdar, Xesan Abbas û Bessam El-Hesen, bi tawana hevkarî di pêkanîna tawanên şer û sûcên li dijî mirovahiyê de, derxistibûn.

Lêpirsîn di sala 2021an de li ser giliya ku ji aliyê û ji aliyê Navenda Sûrî ya Ragihandinê û Azadiya Derbirînê ve hatibû pêşkêşkirin, hatibû vekirin.

Fly Erbil Advertisment