Li ser raspardeya Mesrûr Barzanî hunermend Zahir Ebdula bo derveyê welatî tê birêkirin

Zahir Ebdula
Zahir Ebdula

Navenda Nûçeyan (K24) - Hunermend Zahir Ebdula ji ber çareseriya wî ji bo derveyê welatî tê birêkirin. Tevî ku navbirî di kongireyeke rojnamevanî de spasiya hemî tex û çînên civakê kir, wî daxwazek jî hebû; eger vegeriya Herêma Kurdistanê, serdana Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê bike û ji nêz ve spasiya wî bike.

Piştî ku ji bo cara duyê tûşî nexweşiya xwe ya giran bû, biryar e ku hunermendê warê pêşkêşkirin û sînema û şanoyê Zahir Ebdula ji bo derveyê welatî bê birêkirin û neştergerî jê re bê kirin.

Pêştir hevjîna hunermendê navbirî Şirîn Sabir ji K24ê re ragehand, “Li dû raportên pizişkî ku çend pizişkên şareza yên penceşêrê jê re kiriye, divê em wî rasterasr bibin derve û li Tirkiyeyê niştergerî jê re bê kirin ji ber ku niha rewşa wî ber bi xirabbûnê ve diçe, heta wî şiyanên meşiyanê û rawestiyana li ser lingên xwe jî nemane û bi temamî bêhêz bûye.”

Şirînê herwesa got, “Penceşêra vê carê di serê wî de ye û girêyek e ku divê zû bê derxistin, ji bo ku ji azarên wê nexweşiyê rizgar bibe.”

Xanima navbirî amaje jî da, “Me gilî ji çi kesekî nînin û Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Wezareta Rewşenbîrî û Sendîkaya Hunermendan û hemî alî ji bo çarekirina nexweşiya hunermend Zahir Ebdula li ser xetê ne.”