Kurdên Kerkûkê ji ber nebûna av û karebê û kombûna gilêşî nîgeran in

Kerkûk
Kerkûk

Navenda Nûçeyan (K24) - Ev heft sal in ku taxên Kurdan ên Kerkûkê hatine piştguhxistin û bê xizmetkarî mane, xasma nebûna av û karebê û kombûna gilêşî welatiyên Kurd nîgeran kirine. Şêniyên taxa Penca Eliyê, ku xelkê aware û Pêşmerge û kesûkarên şehîdan in, dibêjin ku ji ber Kurdbûna wan çi jê re nayê kirin.

Ekrem Enwer ku welatiyekî Kerkûkê ye ji K24ê re ragehand, “Em bê av in, em daxwazê ji we dikin ku di hawara me bên. Ez kedkar im û gelek westiyayî me, sibehê diçim û nîvroyê vedigerim, divê avê bikirim.”

Taxa Penca Eliyê tênîtirîn taxa Kurdan a Kerkûkê ye.

Welatî Reza Star jî got, “Li vê taxê ku 400 heta 500 malan in, ev heft sal in ku me av nîne. Çi berpirs û cih û parêzgeh û birêveberiyên avê nemane ku em gazina xwe pê re negehînin, nivîsarek li cem min heye ku min hemî tişt jê re temam kirine lê Parêzgerê Kerkûkê îmza nake.”

Welatî Dayika Belênê jî got, “Me jiyan nîne, ev sê meh in ku av neçûye tankên serbanên malên me. Me av û jiyan nînin, em bêzar bûn, em heta sibehê li ber avê rûdinin, deh deqîqeyan tê û êdî nayê.”

Ji bilî avê, arêşeya karebê jî li destpêka werzê havînê ser hilda. Ji ber wê yekê jî, nirxê empêrên kareba jeneratorên kertê taybet di vê mehê de du carkî zêde dibe.”

Ev heft sal in ku taxên Kurdan hatine piştguhxistin. Li dû gotina wan, ferq û cudahî di navbera wan de tê kirin û dijatiya wan tê kirin.

Av û kareb wekî mafên destpêkê yên welatiyên Kurd li van taxan nînin, zêdebarî kombûna gilêşî û bi dehan arêşe û aloziyên din ku rojane rûbirûyî wan dibin û bê çareserî mane.

Fly Erbil Advertisment