Serkewt Kareş: Tîmên Bergiriya Şaristanî li ser av û rûbaran hatine danan

Serkewt Kareş
Serkewt Kareş

Navenda Nûçeyan (K24) - Berdevkê Bergiriya Şaristanî ya Herêma Kurdistanê radigehîne, “Li wan cihên ku av lê heye, tîmên Bergiriya Şaristanî û tîmên xewasan hene. Lê arêşe cihên dûr in ku piraniya caran welatî tê de dixeniqin û tîm li wan cihan nînin.”

Berdevkê Bergiriya Şaristanî ya Herêma Kurdistanê Serkewt Kareş îro (În, 28.06.2024) ji K24ê re ragehand, “Li Herêma Kurdistanê cihên geştyariyê ji welatiyan re hatine diyarkirin, tîmên Bergiriya Şaristanî berdewam li wan cihan in ên ku biqerebalix in û deverên geştyarî ne û ji bo her rewşeke nexwastî berhev in.”

Serkewt Kareş herwesa got, “Li wan cihên ku av lê heye, tîmên Bergiriya Şaristanî û tîmên xewasan hene. Lê arêşe cihên dûr in ku piraniya welatiyan tê de dixeniqin û tîm li wan cihan nînin.”

Navbirî amaje jî da, “Em gelek caran rênimayan belav dikin û me daxwaz ji welatiyan kiriye ku, eger diçin deverên geştyarî û çiyayî, bila zêdetir li wan cihan bin ên ku biqerebalix in û xelk lê ye. Eger tiştek rû bide jî, tîmên me li wan deran hene û dê zû di hawara wan biçin. Eger ew li wan deran nebin jî, xelkê wan deveran li wan deran heye û melevan di nav wan de hene û dê zû wan rizgar bikin.”

Berdevkê Bergiriya Şaristanî ya Herêma Kurdistanê tekez jî kir, “Geştyar her roj serdana Teqteqê dikin, xelkê xwebexş û melevan ê wê derê jî alîkar in û welatiyan rizgar dikin. Lê arêşe sinorê Îdareya Serbixwe ya Soranê ye, bi dirêjahiya wê deverê rûbar û kanî û çavkaniyên avê hene û welatî zêdetir li wê derê dixeniqin.”

Fly Erbil Advertisment