99emîn salvegera bidarvekirina Şêx Seîd û 46 hevalên wî

Şêx Seîd
Şêx Seîd

Navenda Nûçeyan (K24) – 99 sal di ser bidarvekirina Şêx Seîd û 46 rêberên Kurd re derbas dibin, ku 29'ê Hezîranê 1925 li Meydana Deriyê Çiyê ya Diyarbekirê hatibûn darvekirin.

Partî û rêxistinên Kurdan bi armanca salveger û bîranîna 99emîn ya darvekirina Şêx Seîd û 46 rêberên Kurd yên serhiladana 13'ê Sibata 1925an, civînek lidarxistin.

Cîgirê Serokê Partiya Welatparêzên Kurdistanê (PWK) Cano Amedî da xuyakirin, ew serhildan diji zordarî û binpêkirina mafên rewa yên gelê Kurd bû û bandor li serhildan û tevgerên Kurd li her çar parçeyên Kurdistanê kiriye.

99 sal berê Kurdan dema têgihîştin ku dewleta Tirkiyeyê mafên wan ên netewî binpê dike, li hemberî dagirkeriyê serî hildan û doza Kurdistaneke serbixwe û yekgirtî kirin.

Serhildana 1925'an ku di 13'ê Sibatê de dest pê kiribû, piştî ku serhildan têkçûbû, Şêx Seîd Efendî û 46 hevalên xwe di 29'ê Hezîrana heman salê de, ji aliyê Dadgeha Îstiklalê ve li Diyarbekirê hatibûn darvekirin.

Piştî darvekirinan, Artêşa Tirk dest bi şewat û talan û komkujiyê dike û sedan gund bajarok hatin şewitandin û dehezaran sivîl hatin kuştin. Komkujiyên dewletê heta 1938 li Geliyê Zîlan û Dêrsimê berdewam kirin.

Fly Erbil Advertisment