Li Çanakkale, Izmîr û Aydinê agir bi daristanan ket

Navenda Nûçeyan (K24) – Li hejmarek parêzgehên Tirkiyeyê agir bi daristanan ketiye û ziyaneke madî ya mezin kiriye.

Li gor agahiyan, li Ezîneya navçeya Çanakkale, li Kuşadasi ya navçeya Aydinê û li navçeyên Menderes, Selçûk, Tîre û Çeşme yên Îzmîrê agir bi daristanê ketiye.

Tîmên vemirandina agir hewl didin ku agirê ji erd û asman ve vemirînin.

Wezareta Berevaniyê ya Tirkiyeyê li ser platforma medyaya civakî (AX) ragihand, 3 helîkopterên Cougar û 2 helîkopterên CH-47 yên Hêzên Çekdar ji bo piştgiriya xebatên vemirandina agir li Îzmîrê hatine erkdarkirin.

Ji ber şewatê hin mal zirar dîtin û ziyaneke mezin çêbûye û hejmarek gund hatin valakirin.

Fly Erbil Advertisment