Xurmaliyan “Ferenciyê Hewramanê' weke diyarî pêşkêşî Serokwezîr kirin

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê serdana navçeya Xurmalê kir û xelkê navçeyê jî “Ferenciyekî Hewramanê” wek diyarî pêşkêşî Serokwezîr kirin.

Serokwezîr Mesrûr Barzanî îro 30î Hezîrana 2024an serdana navçeya Xurmalî ya parêzgeha Helebceyê kir. Niştecihên navçeyê ji bo binavkirina hewlên wî bo qezakirina Xurmalê û biryarên ku di dema borî de ji bo xizmetkirina xelkê herêmê standine, ‘Ferenciyekî Hewramanê’ diyarî Serokwezîr kirin.

Piştî ku xelkê Xurmalê bi kampanya daxwaz kirin ku navçeya wqan bibe qeza, Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî roja 30î Tîrmeha 2023an ferman da Wezareta Navxwe ku bi hevahengiya parêzgeha Helebceyê dest bi proseya îdarî bike û amadekariyên qezakirina Xurmalê temam bikin.

Xurmal 10 kîlometreya li bakurê Helebceyê û 70 kîlometre jî li rojhilatê Silêmaniyê, di nav zincîre çiyayên Hewramanê de dikeve û bi dehan gund ser bi wê ve ne. Ji ber xwezaya û keşûhewaya xwe, geştiyar çar werzên salê serdana wê dikin.

Çendîn şûnwarên dîrokî li Xurmalê hene, wek Kela Xan Ehmedî Xan, ku bi Kela Zelimê jî tê naskirin û Mizgeft û minareya Mizgefta Mezin a Xurmalê ku dîroka wê vedigere serdema destpêkê ya Îslamê.

Fly Erbil Advertisment