Heval Ebubekir: Serokwezîr Mesrûr Barzanî tekezê li ser piştevaniya daxwaziyên xelkê Silêmaniyê dike

Navenda Nûçeyan (K24) - Parêzgerê Silêmaniyê radigehîne, “Serokwezîr Mesrûr Barzanî civîneke berfireh bi tevaya yekîneyên kargêrî yên sinorê parêzgeha Silêmaniyê re kir û di wê civînê de behsa tevaya arêşe û astengên serekî hat kirin.” Navbirî dibêje, “Serokwezîr Mesrûr Barzanî tekez li ser piştevanîkirina bicihanîna daxwaziyên xelkê wî sinorî û çarekirina arêşeyan kir.”
Parêzgerê Silêmaniyê Heval Ebubekir îro (Yekşem, 30.06.2024) di konferanseke rojnamevanî de ragehand, “Îro me li Dîwana Parêzgeha Silêmaniyê pêşwaziya Serokwezîr Mesrûr Barzanî û şanda pê re kir, wan serdana Parêzgeha Silêmaniyê kir û bi berpirsên îdarî yên wê parêzgehê re xiviyan.”
Heval Ebubekir amaje jî da, “Me di wê civînê de daxwaz û pêşniyarên xelkê sinorê xwe xistin ber destê Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê.”
Navbirî herwesa got, “Serokwezîr Mesrûr Barzanî bi awayekî rasterast li ser daxwazî û têbîniyan rawestiya û tekez li ser piştevanîkirina bicihanîna daxwaziyên xelkê wî sinorî û çarekirina arêşeyan kir.”
Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro (Yekşem, 30.06.2024), di çarçoveya serdana xwe ya ji bo parêzgeha Silêmaniyê û danana berê binyatî ji bo sayloya Helebceyê û serdana qezaya Xurmalê de, bi berpirsên îdarî yên bajarê Silêmaniyê re civiya.
Mesrûr Barzanî di wê civînê de ragehand, “Serdana me di çarçoveya karnameya hikûmetê de ye, ku bi dirêjahiya jiyê Kabîneya Nehê me bizav kiriye ji nêz ve bi wezaret, parêzgeh û îdareyên serbixwe re serdana bajar û bajarkan bikin û pirojeyan bibînin.”