Şandeke Hikûmeta Herêma Kurdistanê gihîşt Bexdayê

Navenda Nûçeyan (K24) – Wezareta Darayî û Aborî ragihand, şanda Hikûmeta Herêma Kurdistanê duhî danê êvarê gihişte Bexdayê.

Şanda Hikûmeta Herêma Kurdistanê ku ji Wezîrê Navxwe Rêbar Ehmed, Wezîrê Darayî û Aborî Awat Şêx Cenab û Rêveberê Giştî yê Gumrikê pêk tê, gihîşt Bexdayê.

Armanca serdanê, gotûbêjkirina pirsgirêkên di navbera Herêma Kurdistanê û Bexdayê yên di warê gumrik û deriyên sînorî de ye.

Li gor zanyariyên K24ê, şanda Hikûmeta Herêma Kurdistanê dê ji bo çareserkirina pirsa mûçeyê hêzên ewlehiyê bi tîma hikûmeta Iraqê re bicive.

Wezîrê Navxwe Rêber Ehmed duhî ragihandibû, li ser bûdce û mûçeyan bi hikûmeta Iraqê re lihevkirinek heye, ewê maye jî pirsa cibicîkirina madeya 140 û hinardekirina petrolê ye.