Li Qamişloyê hejmareke endamên Desteya Serokatiya ENKSê hat girtin

Navenda Nûçeyan (K24) - Li bajarê Qamişloyê xwenîşandan li dijî girtina 15 endamên ENKSê tên kirin û Ciwanên Şoreşger êrîşî wê xwenîşandanê dikin û hejmareke endamên Desteya Serokatiya ENKSê digirin.

Li dû zanyarên K24ê, ENKSê îro (Duşem, 01.07.2024) li bajarê Qamişloyê yê Rojavayê Kurdistanê xwenîşandan li dijî girtina 15 endamên xwe kir.”

Tê zanîn jî ku, Ciwanên Şoreşger êrîşî wê xwenîşandanê kir û hejmareke endamên Desteya Serokatiya ENKSê girt.

Hat eşkerekirin jî ku, ew kesên hatine girtin ev in; Mihemed Îsmaîl û Silêman Oso û Fêsel Yûsif û Ebdulsemed Xelef Biro.

Pêştir jî Ciwanên Şoreşger gelek caran êrîşî nivîsîngehên ENKSê li bajarên Rojavayê Kurdistanê kiriye û şêwandine, herwesa alaya Kurdistanê û wêneyên Barzaniyê Nemir û kesatiyên din jî tevî wan nivîsîngehan şewitandine.

Fly Erbil Advertisment